Li Şirnexê cenazeyê 3 karkeran hat derxistin

Li Şirnexê cenazeyê 3 karkeran hat derxistin

Li Şirnexê, 3 karkerên di binê xirebeyê kana komirê ya li Şirnexê de man, cenazeyê wan hatin derxistin.

Li kana komirê ya li qada Giron a Şirnexê, ku xwediyê wê Yusuf Cengîzoglû ye, duh berêvarê 3 karker di binê hezazê de man. Her sê karkerên di bin xirebeyê kanê de man îro cenazeyê wan hatin derxistin.

Cenazeyên Mahmût Îçkale yê 45 salî, Suleyman Gokalp ê 19 salî û Huseyîn Dekçî, ji aliyê ekîbên parastinê yên sivîl ve hatin derxistin. Cenazeyê her sê karkeran bi ambûlansê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.