Li Şirnexê Demîrtaş bi bernamzetan re civiya
Li Şirnexê Demîrtaş bi bernamzetan re civiya
Li Şirnexê Demîrtaş bi bernamzetan re civiya
Hevserokê GIŞTÎ yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pêre li Şirnexê bi bernamzetên şaredariyên re civiyan.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş parlamenterên BDP'ê Nazmî Gur û Hasîp Kaplan li Şirnexê bi bernamzedên şaredariyê re civiyan. Piştî daştê Demîrtaş pirsên rojnamegeran bersivan û partiya PDKT'ê nirxand. Demîrtaş diyar kir ku dixwazin bi avakirina partiyek din êrîşî BDP'ê bikin û got: "Bila nesekinin bi şev û roj êrîş bikin. Wan li cihek şaş dest pê kirine lê bila cardin jî li ser xêrê be. Partiyên siyasî û xebata siyasî baş e. Bi vî rengî biçe dê ji hêla gel ve bên teşhîr kirin."Demîrtaş diyar kir ku bi êrîşkirina BDP'ê û hedef nîşandana BDP'ê serkeftina siyasî neye bi dest xistin û got: "Heke dixwazin ku Kurdistanê damezirîn in, bi la li qusûrê nenêrin BDP li pêşiya wan ne asteng e."
Demirtaş piştre bi heyê re çûn taziyeya xwuşka cîgirê şaredarê Şirnaxê Faîk Saltan, Ayşe Saltan û welatiyê bi navê Mehmet Batmaz ziyaret kirin.