Li Şirnexê destwerdana polîsan li pîrozbahiyan
Li Şirnexê destwerdana polîsan li pîrozbahiyan
Li Şirnexê destwerdana polîsan li pîrozbahiyan
Li navenda Şirnex û navçeya Cizîrê, pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê li destwerdana polîsên Tirk a bi ava şid û bombeyên gazê rast hatin.
Li navçeya Cizîrê, bi hezaran kes li taxên Sûr, Nûr û Cûdî, salvegera pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Lê belê pîrozbahî li destwerdana polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê rast hat. Girseya gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan û pevçûna li taxan dewam dikin.
Pîrozbahiyên li taxa Yasevê jî bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dikin.
Li navenda Şirnexê jî, beriya çalakiya nobedê ya li Qada Omer Kabak a ji bo balkişandina ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa li Rojavayê Kurdistanê, 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin. Lê belê pîrozbahiya li vê derê jî rastî destwerdana polîsanhat.
Dema komek ji ciwanan bi meşaleyan hewl dan têkevin qada pîrozbahiyê, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid dest werdan. Girseya gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan û pevçûn li nava kolanan belav bû.
Pevçûna navbera girseya gel û polîsan de hînê dewam dike.