Li Şirnexê hêjmara miriyan gihişt 7'an
Li Şirnexê hêjmara miriyan gihişt 7'an
Li Şirnexê hêjmara miriyan gihişt 7'an
Şevê din li Şirnexê ji ber barana zêde gelek mal di bin avê de man û Saha Xalîçe hilweşiya. Ji ber Dîwarê seha xalîçe hilweşiya 7 kesên di bin kavilê dîwar de man jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din di demjimêr 19,30'an de li taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê ji ber barana zêde Saha Xalîçe hilweşiya. Dema ciwanan li sahayê bi topê dilîst, dîwarê beton yê ku ji ber baranê û bahoz sist bû hilweşiya. Ciwanên ku li sahayê bi gokê dilîstin di bin kavilê dîwar de man û ji ciwanan 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat zanîn ku, dema hilweşîn pêk hat li 2 sahayên Xalîçe 24 ciwan û alîgirên wan hebûn. Piştî bûyerê gelek yekîneyên rizgariyê û yekineyên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Di mudaxeleya destpêkê de ji 5 kesan Metin Koçyigît, Nizamettin Kutler û Ferhat Ustun bi birîndarî ji bin xirabeyê hatin rizgarkirin. 2 Lîstikvan û alîgirên tîmê ku li pişt qeleyê bûn hêj di bîn dîwar de mane.
Piştî bûyerê bi sedan welatî çûn herêma bûyerê û xwestin welatiyên di bin hilweşînê de mane rizgar bike. Gelek maşîneyên kar jî sewqî herêmê hatin kirin. Ji Mêrdîn, Êlih û Sêrtê gelek maşîneyên parastina sivîlan hatin Şirnexê û tevlî karê rizgariya welatiyan bûn. Lêgerîna ku heta serê sibê berewam kir, di demjimêrên serê sibê de yekîneyên rizgariyê xwe gihandin cenazeyan. Di lêgerinê de 7 welatî mirî di bin dîwarê hilweşiyayî de hatin dîtin. Hat zanîn ku, hêj gelek kesên din jî di bin dîwar de hene.
Li lêgerîna ku heta serê sibê jî berdewam kir di bin kavil de cenazeyên Ferhat Erdogan, Mahmut Koçyîgît, Bariş Kutler, Huseyin Sevîk, Mehmet Seîd Ozdek, Metîn Kutler û Bariş Uysal hatin dîtin. Cenazeyên 7 kesan ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Waliyê Şirnexê Vahdettin Ozkan ku serê sibê hat cihê bûyerê diyar kir ku, 7 kes di bin kavil de jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birindar bûne.