Li Şirnexê kesek qefilî û jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê kesek qefilî û jiyana xwe ji dest da

Li quntarên çiyayê Cûdî yê Cizîrê, Abdulezîz Aşrak (42) ê derket nêçirê, cesedê wî hat dîtin.

Li gorî agahiyên natin bidestxistin, Abdulezîz Aşrak duh ji bo nêçirê çû quntarên çiyayê Cûdî. Piştî malbata Aşrak bi rêya telefona destan nekarî xwe bigihêjîne wî, dest bi lêgerînê kir.

Di encama lêgerînê de cesedê Aşrak li cihekî navbera gundê Heblêr û Şaxê yên quntarê çiyayê Cûdî hat dîtin. Cenazeyê Aşrak ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.