Li Şirnexê lehî rabû: 4 zarok mirin

Li Şirnexê lehî rabû: 4 zarok mirin

Ji ber lehiya zêde ya li Şirnexê rabû, di encamê de qada fûtbolê ya xalîçe hilweşand û di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Heta niha du kes winda ne.

Li taxa Guzelbahçe ya Şirnexê ji ber hilweşîna dîwarê qada fûtbolê ya xalîçe gelek kes di bin kavil de man.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, lehiya zêde ya li derdora qada fûtbolê bû sedem ku dîwar hilweşîne. Di encama hilweşîna dîwar de 4 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Di encama xebatên rizgarkirin yên heta derengiya şevê berdewam kir, 3 zarok hatin rizgarkirin, lê heta niha 2 kes winda ne. Hat diyarkirin ku du kes jî bi giranî birîndar bûne.

Li aliyeke din li gundikên Şîvrezan û Girenûsê yên gundê Elîvûn ê navçeya Qilabana Şirnexê ji ber baran dijwar, xaniyên bi kerpîçan axê hatine çêkirin bi hilweşînê re rû bi rûne. Şêniyên gund neçar man ku ji malên xwe derbikevin.