Li Şirnexê qeza: 2 mirî, 10 birîndar

Li Şirnexê qeza: 2 mirî, 10 birîndar

Li Şirnexê li nêzî bejahiya Gundikê Melê di encama qezaya ji rê derketina kamyonekî ku wergeriya kendêl, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 jê zarok 10 kes jî birîndar bûn. 

Li gorî zanyariyên bi dest ketin bejahiya Gundikê Melê ya girêdayî navenda Şirnexê li nêzî qereqola Millî vê sibê kamyona ku ajokerê wê Hasan Gungen ya bi plaka 73 SL 896, ji ber sedemeke ku hîna ne hatiye zanîn ji kontrolê derketiye û di kendê de girêl bûye. Kamyona ku nêzî 120 metrê xişiya Halime  51 salî û Gulsum Gungen 30 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 5 jê zarok 10 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên giştî hatine rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Du birîndarên ku rewşa wan girane wê bi ambûlansên helîkopter bêne rakirina Amedê.