Li Şirnexê tevgera leşkerî, li Bêdlisê operasyon
Li Şirnexê tevgera leşkerî, li Bêdlisê operasyon
Li Şirnexê tevgera leşkerî, li Bêdlisê operasyon
Ji rêya Nisêbîn-Cizîrê ber bi Şirnexê ve bi dehan maşînên leşkerî hatin veguhestin û li qadên Besta û Cûdî jî tevgera helîkopterên kobra balê dikşîne. Artêşa Tirk duh jî li bejahiya Mûtkî ya Bêdlisê operasyon meşand.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li qadên Besta û Cûdî yên navçeya Şirnex Elkê tevgereke zêde ya helîkopterên kobra heye.
Ji rêya Nisêbîn-Cizîrê jî ber bi Şirnexê ve bi dehan maşînên zirxî yên bi tîpa "kîrpî" hatin veguhestin. Di nava maşînên leşkerî de maşîna jammer a frekansan tevlîhev dike, hebû û balkêş bû ku polîs jî pê re bûn.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li bejahiya gundê Xaçareş a navçeya Bêdlis Mûtkiyê artêşa Tirk duh derketiye operasyonê û operasyon êvarê bi dawî bûye.