Li Şirnexê veguhastina leşkerî
Li Şirnexê veguhastina leşkerî
Li Şirnexê veguhastina leşkerî
Li Bakurê Kurdistanê liv û tevgera artêşa Tirk dewam dike. Karwaneke leşkeran a ji aliyê navçeya Mêrdîn Qoserê dihat, derbasî navçeya Şirnex Cizîrê bû. Her wiha Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Hûlûsî Akar jî bi heyeteke leşkerî ya pê re, hat Şirnexê.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji navçeya Mêrdîn Qoserê ber bi Şirnexê ve leşker hatin veguhastin. Karwanek leşkeran a ji aliyê navçeya Mêrdîn Qoserê ve dihat, Rêya Îpekê ya Nisêbînê bihurand û ket ser rêya navçeya Şirnex Cizîrê. Di nava konvoyê de mînîbus û otobusên sivîl ên tê de leşker hebûn, kamyonên bi alavên leşkerî barkirî û maşînên zirxî hebûn.
Her wiha maşînên Jammer ên frekansan dişkîne û akrep, di nava konvoyê de hebûn.
Ji aliyê din ve Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Hûlûsî Akar, Fermandarê Artêşa 2. Orgeneral Galîp Mendî, Fermandarê Baskê Artêşê yê Asayîşa Jendermeyan a Wanê Korgeneral Abdûllah Barûtçû, Serokê Daîreya Personelên Hêzên Bejahî Tumgeneral Îshak Ceylan, ji bo hin danûstandinan hatin Şirnexê. Akar û heyeta pê re derbasî 23. Fermandariya Tumen a Sînor ya Jendermeyan a Şirnexê bûn û piştre çûn serdana Waliyê Şirnexê Hasan Îpek li avahiya Walîtiyê.
Akar û heyeta pê re bi qasî nîv saetê bi Walî Îpek re hevdîtin pêk anîn û dûre ji Walîtiyê derketin. Di dema serdana fermandaran de tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin.