Li Soran pêşmergeyekê dawî li jiyana xwe anî

Li Soran pêşmergeyekê dawî li jiyana xwe anî

Li navçeya Silêmaniyê Soranê pêşmergeyekê bi sedemek nediyar li ber çavê hevjîna xwe dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî çavkaniyên herêmî pêşmergeyekî 43’ê salî di saet 19:30’ê duh êvarî de li navçeya Soran, taxa Qendîl  biçeka xwe ya pêşmergetiyê li ber çavê hevjîna xwe gule berdale singê xwe û dawî li jiyana xwe anî ye.

Cenazeyê pêşmergeyî rakirine li Nexweşxaneya Aştî yê. Lêkolîn di derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin, lê bêlê heya niha sedema bûyerê nehatiye zanîn.

Hêjayî gotinêye ku heya niha çend rêxistinên civakî û çalekgeran daxuyanî û meş kirine û ji hikûmetê xwestine, dema ku pêşmerge diçin malên xwe rê neyê dayîn ku çekên xwe li gel xwe nebin malê, lê belê heya niha bi fermî tiştek nehatiye kirin.