Li Soran pêşmergeyekî zêrevanî bi kêrê hate kuştin
Li Soran pêşmergeyekî zêrevanî bi kêrê hate kuştin
Li Soran pêşmergeyekî zêrevanî bi kêrê hate kuştin
Li navçeya Soran pêşmergeyekî zêrevanî ji aliyê kes yan jî kesên nasnameyan wan nediyar ve hate kuştin. Birayê pêşmerge da diyarkirin ku, dijminatiya wî li gel tu kesê nebû û heta berpirs neyên dîtin ew destûr nadin birayê wî bispêrin axê.
Li navçeya Soran ya girêdayî Hewlêrê pêşmergeyekî zêrevanî ku navê wî nehate zanîn, şeva 26’ê Sibatê bi 27’ê Sibatê ve girê dide, dema ji mala xwe derdikeve û heya direng nayê, ji aliyê polîsan ve bi kêrê giran birîndarbûyî hate dîtin û ew rakirin nexweşxaneyê. Pêşmerge gihandin nexweşxaneyê lê li rexmî hemû mudaxeleyan ne hate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê bûyerê de birayê pêşmerge da diyarkirin ku, çi dijminên birayê wî tunebûne û heta ku kujer neyên girtin ew dê destûr nedin birayê wî bispêrin axê.
Di derbarê bûyerê de berpirsê ragihandina Polîsên Soran Neqîb Mihmed Elî daxuyaniyek çapemeniyê da û destnîşan kir ku, heya niha tiştekî zelal li ber destê me nîne, lê belê bigûmana kujerin du kes hatin binçavkirin û ji aliyê polîsan ve têne lêpirsînkirin.
Hêjayî gotinê ye ku, beriya vê çend kes ji ber sedema derbeyên kêran jiyana xwe ji dest dan û her wiha li vê deverê bikaranîna kêrê bûye bûyerekî berçav.