Li başûrê Spanyayê ji ber barîna zêde lehî rabûn û di encamê de7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes ji cih û warên xwe hatin veguhestin.
Piştî zûhabûna demdirêj a li Spanyayê, roja înê, li başûrê Spanyayê li herêmên Endulus û Murcia baranê dest pê kir. Ji ber baran zêde lehî rabû û 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku zarok jî di nava kesên mirin de hene.
Rayedaran da diyarkirin ku dibe li rojhilatê welat jî bibare û ji bo bajarê Granadayê jî hişyarî hatin kirin.