Li Srî Lankayê, fermandarê artêşê û mîmarê komkujiya Tamîlan a di sala 2009 de pêk anî, ku bi sucê derbekariyê hatibû girtin Sarath Forseka dê serbest bê berdan.
Forseka dê bi fermana Serokdewletê Srî Lanka Mahinda Rajapaksa serbest bê berdan û tê payîn ku sibê ji girtîgehê derbikev.
Serokdewletê Srî Lankayê Rajapaksa, hevdîtinek bi hevsera Sarath Forseka yê ku ji ber pirsgirêkek tenduristî li nexweşxaneyê ye re pêk anî û diyar kir ku dê bi awayeke serbest bê darizandin.
Generalê komkujî yê ku di sala 2009 de bi hezaran Tamîlan qetil kir, heta niha jî ji aliyê Srî Lankayiyên nijadperest ve weke “qehreman” tê dîtin.
Sarath Forseka beriya hilbijartinên sala 2010 bi hinceta derbeya leşkerî hatibû binçavkirin û rûtbeyên wî jê hatibûn girtin.