Li Stenbol, Edene û Akdenîzê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Li Stenbol, Edene û Akdenîzê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li çar herêmên cûda yên Stenbolê, Edene û Akdenîzê hat pîrozkirin. 

ESENLER: Li navçeya Stenbol Esenlerê, 15'ê Tebaxê li Taxa Tûna, Parka Vadî ya Yûkari Karabayirê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pîrozkirin. Ciwan û jinan bi kincên xwe yên netewî reng dan pîrozbahiyê. Hevseroka BDP'ê ya Esenlerê Gulsum Ozturk di axaftina xwe ya li vê derê de got, "Bi em saya pêngava 15'ê Tebaxê liv in. Emê wan şehîdên em anîne roja îro ti carî ji bîr nekin." Di şahiyê de Koma Zana Hozan Mûrat, Mazlûm Jînda, Resûl Kaya, ji hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya med Nazmî Newrozî û Gurkan Çîftçî derketin ser dike û girseya gel li ber stranên wan govend gerand.

KUÇUKÇEKMECE: Li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî ji aliyê rêxistina BDP'ê ya navçeyê ve li ber Lîseya Kadrî Moroglû ya Taxa Kanaryayê şahiya 15'ê Tebaxê hat lidarxistin. Di şahiya bi beşdariya bi sedan kesî de Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul silav li afirînerên pêngava 15'ê Tebaxê kir. Pîrozbahî bi govend û fîşekên hewayî heta derengiya şevê dewam kir.

ARNAVÛTKOY: Rêxistina BDP'ê ya Arnavûtkoyê, bi wesîleya salvegera 15'ê Tebaxê li Qada Şîrîndere bi beşdariya sedan kesî pîrozbahiyek lidar xist. Di pîrozbahiyê de wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hatin daliqandin.

KARTAL: Rêxistina BDP'ê ya Kartalê jî, li ber Dibstana Seretayî ya Kartal Soganlikê, şahiya 15'ê Tebaxê lidar xist. Endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê û bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

EDENE: Pêngava 15'ê Tebaxê li taxa Belediyevlerî ya navçeya Edene Ceyhanê, bi şahiyekê hat pîrozkirin. Li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edenê Ûgûr Bayrak, bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn. Beriya bernameya şahiyê, girseya gel li ber stranên hunermendên herêmê govend gerand. Dûre komekê ala PKK'ê vekir û li qadê geriya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr mafê axaftinê wergirt û spasiya beşdaran kir. Aydemîr di axaftina xwe komkujiya li Rojava şermezar kir û diyar kir ku ew li cem gelê Rojava ne. Li dû axaftinan, pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.

AKDENÎZ: 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li Mersînê bi şahiyeke beşdariya hezaran kesî hat pîrozkirin. Şahî li Parka Aştiyê ya li taxa Şevket Sumer a navçeya Akdemîzê pêk hat. Piştî axaftinên li şahiyê, hunermendên NÇM û herêmî, sirûd û stranên Kurdî gotin. Pîrozbahî bi nîşandan sînevîzyonê bi dawî bû.