Li Stenbolê ciwanan xwestin Ocalan azad bibe

Li Stenbolê ciwanan xwestin Ocalan azad bibe

Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Bajarê Stenbolê, li Sarigazî û Bagcilarê bi şiyara "Rêberê azad, jin a azad, Kurdistana azad" meş lidar xist.

Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Stenbolê li Sarigaziyê bi şiyara "Rêberê azad, jin a azad, Kurdistana azad" li ber Uçler Market heta Kolana Demokrasî meşiya.

Di meşa ku Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel jî di nav de amade bû, dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana YPG", "Bijî şoreşa YPG", "Emê cîhaneke bê Ocalan bi serê we de bînin xwarê" hatin qîrîn.

Li dû meşê li ser navê Meclîsa Ciwanan Gozde Çakir daxuyaniyek da û diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa tevahiya gelan e. Çakir bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin jî û destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoya destpê kiriye, divê mercên Ocalan tê de ye bên guhertin.

Dûre Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel peyivî, rexne li polîtîkayên şer ên AKP'ê kir û got, "Hikûmeta AKP dizane ku beşeke mezin a gel li dijî şer e û ji ber vê yekê hevkariya xwe ya şer weke koalîsyona aştiyê bi nav dike. Em ji vê derê ji hikûmetê dipirsin; Çi karê Tirkiyê li Sûriyê heye?"

Tûncel diyar kir ku rawestandina şerê li Tirkiye û herêmê û têkûzkirina aştiyê bi azadiya Ocalan dibe û got, "Tecrîda îro li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, di kesayetiya wî de nêzîkatiye ji gelê Kurd re tê nîşandan e. Em careke din dibêjin, heta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan negihêje azadiya xwe, aştiyeke rastî nayê."

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

LI BAGCILARÊ MEŞ

Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Stenbolê li navçeya Bagcilarê jî meşek lidar xist. Endamên Meclîsa Ciwanan li ber Nûneriya BDP'ê ya li Taxa Demîrkapi hatin cem hev û ber bi Taxa Fatîhê ve dest bi meşê kirin.

Meş bi daxuyaniyekê bi dawî bû.