Li Stenbolê gorên gerîla hatin ziyaretkirin

Li Stenbolê gorên gerîla hatin ziyaretkirin

Di cejna Remezanê de serdanên goristanan dewam dikin. Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, bi wesîleya Cejna Remezanê çû serdana gorên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane. 

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, bi wesîleya Cejna Remezanê li Sûltangazî, Sûltanbeylî û Kuçukçekmeceyê, çû serdana gorên gerêılayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li Sûtangaziyê, bi sedan kesên li ber Mala Cem a li taxa Gazî hatin cem hev, ber bi Goristana Gazî ve meşiyan. Di meşa bi piştgiriya Komeleya Piştî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DIAY-DER), Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re û HDK'ê de, tim û tim dirûşmên "Kujer El Nûsra ji Rojava bicehime", "Destên dirêjî Rojava dibin bila bişkên", "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qêrîn. Li dû meşê, girseya gel li ber serê gora Adnan Şeker, Ridvan Karakoç, Fadîme Karaaslan û Devrîm Saldûk deqeyek rêz girt. Li vê derê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat gotin.

Piştre Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Arîfe Çinar peyivî û got, "Ji destpêka Komarê ve, dîroka Kurd dîroka komkujiyan e. Înkar, asîmîlasyon û mêtîngerî têrê nekir, serî li kuştinê dan. Gelê Kurd li dijî van bi serbilindî li ser piyan ma."

Çinar diyar kir ku li ser navê Îslamê li Rojava komkujî tên kirin û got, "Çi jin çi zarok, gelekî bi namerdî dikujin. Emê her tim li cem gelê xwe yê li Rojava bin. Gelê Kurd wê li çar parçeyan nasnameya xwe bi dest bixe. Piştî axaftinan, dûa hat xwendin û girse ji goristanê veqetiya.

Li Sûltanbeylî û Kuçukçekmeceyê jî, serdanên BDP'ê yên goristanan hebûn. Lİ Arnavûtkoyê jî, Hacî Zengîn ê di sala 2012'an de li Newroza Stenbolê di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Arnavûtkoyê ve hat bîranîn.