Li Stewrê 3 kes hatin binçavkirin
Li Stewrê 3 kes hatin binçavkirin
Li Stewrê 3 kes hatin binçavkirin
Li gundê Kirkdîrek yê ser bi navçeya Stewerê ve leşkerênTirk di ser malan de girt û 3 hemwelatî binçavkirin.
Li gundê Kirkdîrek yê girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê leşkerên Tirk di ser mala Mehmet Salih Fîlîz de girtin. Di serdegirtina ku Tîmên Tevgera Taybet jî tevlîbûn de, mal serûbin kirin û hemû tiştên li malê belavkirin.
Di encama lêgerînê de Mehmet Salih Fîlîz û birayên wî Abdullah û Mehmet Fîlîz binçavkirin. Kesên ku hate diyarkirin birin Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Stewrê, sedemê binçavkirina wan nehate zanîn.