Li Stewrê operasyon û li Çelê sewqiyat
Li Stewrê operasyon û li Çelê sewqiyat
Li Stewrê operasyon û li Çelê sewqiyat
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi wesayîtên sivîl û leşkeriyê ber bi sînor ve sewqiyata melzemeyên leşkerî hate kirin. Li bejahiya gundên Memika û Toklucayê yên nevçeya Stewrê ya Mêrdînê jî operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Ji Wanê bi dehan wesayîtên leşkerî û kamyonên sivîl ji navçeya Çelê ya Colemêrgê re sewqiyata leşkerî hate kirin. Bi dehan kamoyonên sivîl ên bi plaqeyên 21 û TIR bi wesayîtên leşkerî re ber bi Çelê ve çûn. 2 helîkopterên kobra yên ji Tugaya Komado û Çiya ya Colemêrgê rabûn her tim li ser Geliyê Zê firiyan. Li gorî çavkaniyên herêm di mehên havî dê li herêmê taburên seyar ên leşkeran tên bicihkirin. Hate ragihandin ku ji qereqolên Bîlêcan û Serêsêvê re leşker û amrên leşkerî hatin birin.
LI STEWRÊ OPERASYON
Li bejahiya gundên Memîka û Toklucayê yên navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate ragihandin ku, di ketina herêmê de nokteyên lêgerîn hatin danîn û panzer li navenda gudê Memîkan tê sekinandin.