Li Stewrê operasyona bi piştgiriya helîkopteran
Li Stewrê operasyona bi piştgiriya helîkopteran
Li Stewrê operasyona bi piştgiriya helîkopteran
Hate ragihandin ku, li bejahiyên Carikevire, Şêx Ehmed, Navrasta û Mezesorê ên bajaroka Awêna ya navçeya Stewrê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Hate ragihandin ku, li bejahiyên Carikevire, Şêx Ehmed, Navrasta û Mezesorê ên bajaroka Awêna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gorî agahiyan serê sibê gelek leşker bi wesayîtên zirxî ber bi herêma operasyonê ve hatin sewqkirin û gelek helîkopter jî ber bi herêmê ve diçin. Çend roj berê li bejahiyên gundên Cirzê, Dêrîş û Kirkbîlek ên heman navçeyê operasyon hatibû destpêkirin û operasyon berdewam dike.