Li Stewrê operasyona leşkerî
Li Stewrê operasyona leşkerî
Li Stewrê operasyona leşkerî
Hat ragihandin li bejahiya taxa Cîlin a ser bi navçeya Mêrdîn Stewrê, operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li bejahiya taxa Cîlin a navçeya Mêrdîn Stewrê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.
Hat diyarkirin ku danê sibê bi panzerên bi tîpa kîrpî, yekîneyên operasyona bejahî sewqî herêmê hatine kirin.
Leşkerên ku li heremê nuqteyên kontrolê danîne, wesayîtên ji herêmê derbas dibin jî kontrol dikin.