Li Stockholmê ji ciwanên Kurd çalakiyên piştevaniyê

Li Stockholmê ji ciwanên Kurd çalakiyên piştevaniyê

Ciwanên Kurd ên li Zanîngeha Stockholm civînek li dar xistin, bûyerên dawî yên li Rojava nîqaş kirin. Ciwanan li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên girêdayî El Qaîde li dijî gelê Kurd bêdengiya Yekîtiya Ewropa û dewleta Swêd şermezar kirin. Civanan di civînê de ji bo mijarê bînin rojeva raya giştî û ji bo piştevaniya bi gelê Rojava re biryara lidarxistina gelek çalakî û aktîvîteyan wergirtin.

Ciwanan dan xuyakirin ku li hemberî gelê Rojava ambargo tê pêkanîn û ji bo şikandina ambargoyê destnîşan kirin ku pêwîst e mijar bê rojeva raya giştî ya cîhan û Swêd.

Ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê Rebwar Ashnagar ê ji ANF’ê re axivî anî ziman ku, ji çar parçeyên Kurdistanê ciwanên ku xwedî nêrînên siyasî yên cuda ne bi armanca piştevaniya ji Rojavayê Kurdistanê re hatine gel hevdu û yekane tişta ku ew anîne gel hevdu parastina berjewendiyên gelê Kurd e. Ashnagar her wiha got ku di dema borî de dema girtiyên siyasî li Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de bûn li Otela Hîlton galayeke ku Serokwezîrê kevin ê Swêd jî beşdar bibû hat lidarxistin û ew jî hewl didin bi heman rengî bi Rojavayê Kurdistanê aktîvîteyan li dar bixin.   

Rebwar Ashnagar di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku komeleya wan nîn e û bi rengekî polîtîk ne girêdayî tu partî û koman in, ji bo demokrasî û mafên mirovan kar dikin, ji bo wan niha ya herî girîng rewşa Rojavayê Kurdistanê anîne rojevê ye û bi wan re bi awayekî pratîkî bikevin nav piştevaniyê. Ashnagar axaftina xwe wiha domand: “Her kes hewl dide ji bo Rojava tiştekî bike. Lê me xwest em vê organîze bikin. Di merheleya yekemîn de em ê pere û dermanan kom bikin. Ji bo em wan bigihînin cihên wan jî em ê kanalan peyda bikin.”

Ashnagar herî dawî anî ziman ku bi rengekî şexsî beşdarî çalakî û xwepêşandanan dibin, lê belê hewl didin hîn zêdetir rêxistinên Swêdî bixin nav tevgerê.    

Yek ji ciwanên Bakurê Kurdistanê Necatî Kanat jî da xuyakirin ku bûyerên li Rojavayê Kurdistanê ew pir bandor kiriye û wiha got ku divê cîhan li hemberî vê bêdeng nemîne.

Ciwanan ji niha ve bazinên ku li ser wan Rojava nivîsandiye çêdikin û hewl didin ji bo Rojava pereyan kom bikin.