Li Strasboûrgê ji bo Gonul Atak û Xalê Elî bîranîn

Li Strasboûrgê ji bo Gonul Atak û Xalê Elî bîranîn

Li bajarê Fransa Strasboûrgê bi civînekê, gerîlaya YJA Starê Gonul Atak (Rûken Gever) û siyasetmedarê Kurd Şemsettîn Kara (Xalê Elî) yê hefteya derbasbûyî jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li Mala Çanda Mezopotamya ya li Strasboûrgê bi beşdariya nêzî du sed mirovan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li gel nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) ji malbata gerîla YJA Starê Gonul Atak Zozan Atak axaftinek kir.

Atak diyar kir ku Rûken Gever nêzî 10 salan li refên gerîla maye û destnîşan kir ku ew ne tenê şehîda wan şehîda tevahiya Kurdistanê ye û banga xwedîderketina li şehîdên Kurdistanê kir.

Nûnera TJKE jî da xuyakirin ku Rûken Gever ji bo jinên Kurd ên li azadiyê digerin, mînak e. Nûnerê her wiha bal kişand ser ked û xebata Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Xalê Elî û anî ziman ku li gel temenê xwe yê dirêj jî kêliyekê navber nedaye xebatên xwe yên siyasî yên li Ewropa li sirgûnê.

Di bîranînê de piştî axaftinan, xwarin hat dayîn.

Gerîlaya YJA Starê Gonul Atak bi nasnav Rûken Gever, di Îlona 2012'an de di pevçûnek li çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest dabû. Şemsettîn Kara (Xalê Elî) yê demeke dirêj li Ewropayê xebatên siyasî meşand jî, di dawiya hefteyê de li Almanyayê ji ber kanserê jiyana xwe ji dest dabû.