Li Strasbourgê Kurd wê ji bo Rojava dakevin kolanan

Li Strasbourgê Kurd wê ji bo Rojava dakevin kolanan

Komkujiyên El Nûsra û çeteyên din ên li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Fransa Strasbourgê wê bê şermezarkirin. 

Di çarçoveya çalakiyan de wê sibê li Place Kleber a li navenda bajarê Strasbourgê daxuyaniyek li çapemeniyê were dayîn. Daxuyaniya bi piştgiriya Meclîsa Gel a Strasbourgê û komeleyên Kurd û Tirkiyeyî yên li bajêr, wê sibê êvarê saet di 19'an de bê dayîn.

Roja 15'ê Tebaxê jî wê li dijî komkujiya sivîlan li Rojava, meşek bê lidarxistin. Kurdistaniyên ji herêmên Alsace Û Lorraîn û bajarên Elmanya yên nêzî Strasbourgê beşdarî meşê bibin. Meş wê roja Pêncşemê saet di 13'an de li Place de la Bourse destpê bike.