Li Strasbourgê meş û mîtînga desteka ji bo Rojava

Li Strasbourgê meş û mîtînga desteka ji bo Rojava

Li bajarê Fransa Strasbourgê, bi armanca piştgirîdayîna Rojava meş û mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek îmze hatin berhevkirin.

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Strasbourgê, li navenda bajêr qada Etoile Bourse bi sedan Kurdistanî hatin cem hev, 15'ê Tebaxê pîroz kirin û êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Kurdistaniyan alên PYD, PKK, wêneyen Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rengên kesk, sor û zer hildan û dirûşmên li dijî çêteyên êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, qêriyan.

Meş saet di 13.00'an de li Etoile Bourse destpê kir û korteja meşê ji navenda bajêr derbas bû û vegeriya heman qadê. Beşdarên meşê bi banda reş devê xwe girê dan û bêdengiya cîhanê li pêşberî komkujiyê şermezar kirin. Di dema meşê de belavokên bi Fransî hatin belavkirin û ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kirin.

Di mîtînga piştî meşê de nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Serokê Meclîsa Gelê Kurd li Strasbourgê axaftin kirin. Nûnerê PYD'ê di axaftina xwe de bi kurtasî behsa rewşa li Rojava kir û destnîşan kir ku gelê Kurd ê xwe di warê leşkerî de bi YPG'ê bi rêxistin kiriye, çete têk biriye. Nûnerê PYD'ê got, "Ti hêz wê nikaribe daxwaza Xweseriya Demokratîk a gelê Rojava têk bibe." 

Serokê Meclîsa Gel a Strasbourgê jî got, "Berpirsyaryeke dîrokî û însanî ye ku li hemberî trajediya li Rojava tê jiyîn, tiştek were kirin. Ji bo tedarikkirina pêdiviyên jiyanê, divê gelê Kurd têkeve nava seferberiyê. Xwedîderketin û destekkirina şoreşa Rojava, wezîfeya welatparêziyê ya her Kurdistaniyan e."