Li Stûttgart û Gottîngenê protestoyên 9'ê Cotmehê

Li Stûttgart û Gottîngenê protestoyên 9'ê Cotmehê

Bi armanca şermezarkirina komoploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Elmanya Stûttgart û Gottîngenê çalakî hatin lidarxistin.

Nêzî 205 Kurdistanî û dostên wan, duh piştî nîvro li bajarê Stûttgartê bi meşekê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin. Xwepêşandêrên ji stasyona bajêr dest bi meşê kirin û li navenda bajêr meşiyan, pankartên komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin û wêneyên Ocalan û dowîzên piştevaniya şoreşa Rojava dikin, hilgirtin.

Li dû meşê li Marktplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Li qada mîtîngê sirûda "Çerxa Şoreşê" ji aliyê ciwanan ve hat xwendin û dûre berdevkê meclîsa gel a herêmê Mehmet Orak axaftineke kurt kir.

Orak diyar kir ku komploya navneteweyî ne gihaştiye armanca xwe û bi hewldanên Ocalan û berxwedana gelê Kurd hatiye pûçkirin û anî ziman ku hêzên navneteweyî îro jî piştgiriyê didin çeteyên li Rojava komkujiyê dikin. Dûre, der barê naveroka komployê de belavoka ji aliyê YEK-KOM'ê ve hat amadekirin hat xwendin. Mîtîng bi bêdengî bi dawî bû.

Li bajarê Gottîngenê jî, bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên çepgir duh saet di 14'an de li pêş Jacobîkîrchhofê meşek hat lidarxistin. 

Di meşa ku ji bajarê Kasselê jî Kurdistanî beşdar bûn de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê şoreşgerên jin ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Çalakgeran bi dirûşman komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.