Li Stûttgartê 'Şehîdên Cotmehê' hatin bîranîn

Li Stûttgartê 'Şehîdên Cotmehê' hatin bîranîn

Şoreşgerên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Stûttgartê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Kurd û Komîteya Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin û li Komeleya Çanda Mezopotamyayê pêk hat.

Şoreşgerên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Çalakiya ku gele "malbatên şehîdan" lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Serokê Meclîsa Gel a Herêmê Mehmet Orak axaftina vekirinê ya merasîma bîranînê kir û got, "Meha Cotmehê meheke ku gelek şehadet lê rû daye. Herî dawî Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim beşdarî karwanê şehîdên meha Cotmehê bû. Di kesayeiya Şervan Muslim de em bejna xwe li pêşberî bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî ditewînin."

Rojnamevan Songul Omurcan jî di axaftina xwe ya li bîranînê de got, "Bi zêdeyî 18 hezar şehîdên xwe re Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şehîdan e. Di kesayetiya şehîdên meha Gulanê de em dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re dûbare dikin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin."

Hat bibîrxistin ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de, di serî de Andrea Wolf gelek şoreşgerên enternasyonalîst, nîşaneya berxwedana tevgera jinê ya Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), rojnamevan-nivîskar Gûrbetellî Ersoz û gelek şoreşgerên lehend ên di dema pêvajoya komploya navneteweyî de bedena xwe dan ber agir, di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane.

Omurcan got, "Têgihiştina pêvajoyan, nîşandana pratîkeke li gorî vê, dilsoziya bi şehîdan re, helwesta herî rast e."

Omurcan rewşa dawî ya siyasî nirxand û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ne bi helwesta AKP Û dewletê, di çarçoveya hewldanên ji dil û perspektîfên Tevgera Azadiyê ya Kurd, gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dike.

Li ser navê Malbatên Şehîdan Dayika Elîf peyivî û bal kişand ser girîngiya dilsoziya bi şoreşgerên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane.