Li Stûttgartê şeva piştevaniya Rojava
Li Stûttgartê şeva piştevaniya Rojava
Li Stûttgartê şeva piştevaniya Rojava
Li bajarê Almanya Stûttgartê, bi beşdariya zêdeyî du hezar Kurd û dostên wan re, çalakiyek piştevaniya bi Rojava re hat lidarxistin.
Li Stûttgartê Kurd duh di şeva piştevahiya bi Rojava re hatin cem hev. Di şeva li Arena Kultur Haûs de zêdeyî du hezar Kurd beşdar bûn û Ozan Emekçî, Ozan Diyar û Ozan Eylem derketin ser dikê.
Di şahiyê de sînevîzyonek ji axaftinên Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat nîşandan û li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê axaftin hatin kirin.
Ozan Emekçî jî di axaftina xwe ya li şahiyê de ragihand ku şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn şoreşeke zîhniyetê kiriye û got, "Xwedîderketina li Rojava li erdnîgariya me, deynê şeref, namûs û rûmetê yê her mirovî ye." Piştî axaftinê Emekçî strana bi navê "Eger gerîla nebûya" pêşkêşî beşdaran kir.
Şahî bi govenda li ber stranên Koma Mozaîk, bi dawî bû.