Li başûrê Sûdanê balefirek ket û hate ragihandin ku, di nav de wezîrê berpirsê karên olî jî heyî 31 kes mirin.
Biboneya Cejna Remezanê balefiran ku diçû başûrê welat û tê de wezîrê ji karên olî berpirsyar Gazî Sadik Abdulrahîm jî heyî gelek rayedar tê debûn, li nêzî bajarê Talodî ket. Di qezayê de Wezîr Sadik Abdulrehîm û Serokê Partiya Edaletê Makkî Alî Balayîl jî heyî 31 kesan jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku, di nava kesên mirî de gelek paye bilindên leşkerî û rayedarên polîsan jî hene.
Di derbarê bûyerê de daxuyaniyekî ku di televîzyona fermî ya dewletê de hate kirin, aşkera kir ku, ji ber sedema rewşa hewayê, hewildana wê ya daketinê serkeftî nebûye û li çiya ketiye.