Hat ragihandin ku, di teqîna li bajarê Deyr ez-zur yê dikeve rojhilatê Sûriyeyê 7 kes mirin, ji 100 kesan zêdetir jî birîndar bûn.
Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku, teqîna bi wesayîta tejî teqemenî di demjimêrên sibehê de li semta Massaken gazî Ayyaş pêkhat. Muxalîfên Sûriyeyî jî bilêvkirin ku, teqîn li nêzî Avahiya Îstîxbarata Artêşê rû da ye.
Berdevkê Serokatiya Karên Derve yê Sûriyeyê Cîhad Makdîssî îdîakir ku, di teqînê de 500 kîlo teqemenî bikaranîne û ragihand ku, di bûyerê de 7 kes hatine kuştin û ji 100 zêdetir jî birîndar bûne.
Li Sûriyeyê di van demê dawî de li dijî avahiyên îstîxbaratê û artêşê bi wesayîtên tejî teqemenî rêze êrîş pêk hatin. Tê şuphe kirin ku, van êrîşan El Qayîde pêktîne.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Mun jî got, di êrîşa li Şamê ya 10’ê Gulanê de 55 kes hatibûn kuştin û 372 kes jî birîndar bûyîn de dibe ku rêxistina El Qayîde hebe.