Li Sûriyê hêjmara Kurdên winda dibin zêde dibe

Li Sûriyê hêjmara Kurdên winda dibin zêde dibe

 Li Sûriyê li gel bi hezaran kesên ku jiyana xwe ji dest didin, hejmara kesên winda dibin jî her roja ku diçe zêde dibe. Li Helebê û Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên çeteyên El Qaîdeyê agahî ji gelek Kurdên sivîl nayên girtin.

Hat ragihandin ku piraniya kesên ku windane ji aliyê muhalefeta rejîma Îranê yên xwedî çek  yan jî komên girêdayî El Qaîdê ve hatîne revandin. Hat zanîn ku herî kêm 80 hazar kes li Sûriyê windane.

Li Rojavayê Kurdistanê û duwemîn bajarê mezinê Sûriyê Helebê ji gelek Kurdan agahî nayên girtin. Kesên ku kesûkarên xwe li Helebê windakîrin, li Rojava serlêdanê li Navenda Asayîşê û dezgehên çapemeniyê didin. Di vê hefteyê de sê malbatên Îsmet Şêyh Osman (55), Cemîl Heftaro (37) û Delîl Şebo (22) serlêdan kirîne ku windane.

Hat ragihandin ku Îsmet Şêyh Osman ji 15’ê Nîsanê ve windaye, Cemîl Hefsawî herî dawiyê li taxa Helebê Benê Zeydê hatiye dîtin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.

Malbatan ji bo hêviyekê ji zarokên xwe yên winda bigrin wêneyên zarokên xwe  û hêjmara telefonê li çapemeniyê bilavkirin.

Malbata Hibo ya ku li Şamê dijîn destnîşan kirin ku Xelîl Mihemed Hibo ji 3’ê Mijdarê ve windaye. Mihemed Hibo di sala 1975’an de ji dayîkbûyî di dema ku li Şamê karê ajotvaniyê dikirin winda bûye.

Tê payîn ku hinek ji wan kesên ku winda ne ji bo leşkeriyê ji aliyê rejîmê ve hatîne girtin û wir bi şeklekî kujerên ne diyar kuştîne.

Nizar Hiso yê ku ji bajarokê Efînê Şiyê li navenda kontrolê ya bajarê Deraa yê bi zorê girtîne û şandîne leşkeriyê û hat ragihanidin ku veye 5 mehe jê agahî nayê girtin.

Di mehên dawiyê hêjmara windahiya li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne. Sedemê vêyeke jî ji ber nokteyên lêgerînê yên komên çete yên girêdayî El Qaîdê û DAIŞ’ê yên di navbera Heleb û Efrînê yê de danîne. Di hefteya dawiyê de bi sedam kes ji aliyê komên girêdayî DAIŞ’ê ve hatîne revandin.

Gelek malbatên ku serî li Aşayîşa Rojavayê Kurdistanê dane, dibêjin ku zarokên me di navbera Heleb û Efrînê de winda bûne.

Hat ragihandin ku kurê Hatun Şêx Cimo Mihemed ji berî du mehan ji Helebê ji bo karên zeytûnan çûye Qesten Cindo ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.

Ebdo Ebdo yê ku xelkê gundê Beradêya yê girêdayî bajarê Efrînê dema ku di navbea Efrîn û Helebê de ajotvanî dikir winda bûye. Malbata Abdo destnîşan kir ku dema ajotvaniya otobusa bi plaqeya 753168 dikir winda bûye.

Cihan Ebdulhemîd Hemo yê ji malbata Hemo jî dema ku li Helebê xizmên xwe ziyaret dikir ji 5’ê mijdarê ve agahî jê nayê giritn. Malbata Hemo da diyar kirin ku wan li herderê temaşe kirîne lê wan hîn şupa wî nedîtine.