Li Sûriyê hin fabrîqeyên çekên kîmyewî di destê komên çekdar de ne
Li Sûriyê hin fabrîqeyên çekên kîmyewî di destê komên çekdar de ne
Li Sûriyê hin fabrîqeyên çekên kîmyewî di destê komên çekdar de ne
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Ahmet Uzumcu da xuyakirin ku hin tesîsên hilberîna çekên kîmyewî û depoyên çekên kîmyewî li herêmên di bin kontrola komên çekdar de ne û ev herêm timî dest diguherin.
Dîrektorê rêxistinê Uzumcu, ji bo piştgirî ji xebatên saziya wan ê li Sûriyê bê dayîn careke din bang li hikûmet û mûxalîfan kir.
Uzumcu ragihand ku di lîsteya hikûmeta Sûriyê daye wan de xuya dike ku hin tesîsên hilberîna çekên kîmyewî di bin kontrola komên çekdar ên bi navê 'raperîner' de ne. Uzumcu da xuyakirin ku ew ji ber problemên di mijara ragihandinê de rû bidin bi fikar in. Uzumcu diyar kir ku pisporên wan heta niha xwe gihandine 5 ji 20 tesîsên hilberîna çekên kîmyewî yên li Sûriyê.
Sûriye ku beriya 30 rojan serlêdana endametiya rêxistinê kiribû, ji 14'ê Cotmehê û pê ve endamê 190. ê rêxistinê ye. Rêveberiya Şamê ji bo tinekirina çekên kîmyewî dest bi hevkariya li gel Neteweyên Yekbûyî jî kiribû. Di rewşa heyî de ekîbek ji 60 kesana ji mufetîşên rêxistina mijara gotinê û wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî pêk tê li Sûriyê ye agahiyên ku hikûmetê der barê çekên kîmyewî de daye, lêkolîn dike. Tê payîn hejmara wezîfedar û mufetîşên navneteweyî yên li Sûriyê di demeke kurt de bigihêje 100'î meqamên Sûriyê jî dest bi tinekirina cebilxane û ekîpmanên hilberîna çekên kîmyewî kir."