Li Sûriyeyê cebilxaneya xeter a kîmyewî

Li Sûriyeyê cebilxaneya xeter a kîmyewî

Piştî ku rêveberiya Şamê bi fermî aşkere kir ku çekên wê yên kîmyewî hene, ev stokên van çekan bi awayeke berfirehtir di rojeva cîhanê de cih girt. Sûriye, piştî DYA û Rûsyayê ,welatê herî zêde xwedî çekên nukleerî yên veşartî ye. Şerê di navbera çekdarên piştgirî ji Rojava digirin û rejîma Sûriyeyê de berdewam dike û guman heye ku ev bibe şerekî herêmî, ev yek jî bi xwe re

Piştî ku Serokê DYA’yê Barack Obama û Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron rêveberiya Sûriyeyê hişyar kirin, çekên kîmyewî yên di destê vî welatî de hatin rojevê. Helbet ev dibe hişyarî weke hincetên klasîk ên ku rojava ji bo destwerdanê bikar tîne bê fêmkirin. Lê sucên şer ên desthilatiya Sûriyeyê, ji bo destwerdanê gelek hincer afirandiye.

Sûriyeyê peymana navneteweyî ya qedexekirina hilberandina çekên kîmyewî û tunekirina wan çekan îmze kir. Lê di pratîkê de li şûna tunekirinê bi alîkariya derve hilberand û mezin kir. Li gorî çavkaniyên netweeyî li 70 cihên leşkerî yên welat, ( li gorî hinekan 50) çend tonên zehrê yên ku dema çermê mirov bigihe pêre, dê hemû sîstema sînir a mirovan têk bibe. Evane Gaza Xardal, Sarin, Soman û gaza VX.

DI DESTÊ SÛRIYEYÊ DE KÎJAN ÇEK HENE?

Çeka herî bi bandor û xurt a artêşa Sûriyeyê çeka kîmyewî tê destnîşankirin. Tê diyarkirin ku di destê Şamê de ne tenê gazên navborî hene, di heman demê de çekên ku dikarin van gazan bigihînin cihên pêwîst jî hene. Ji pisporên ewlekariyê yên serbixwe û qûnciknivîsê Novayagazeta Pavel Felgenhauer di destê Sûriyeyê de pontasiyeleke xurt a ji bo şerê li dijî Îsraîlê hatiye amadekirin heye.

Di destê wê dem zêdetirê 20 çekên R-178K14 amade ne, 18 roketên Luna-M “ 9M21” yên menzîla wan 70 km û ji aliyê Sovyetê ve hatine çêkirin hene, dîsa doçkayên xwedî meznîla 70 km yên bi markaya 9M79 hene. Li gel vana, 20 roketên ku Koreyê li ber yên Sovyetê çêkirin û dikarin 550 km bên avêtin yên bi navê P-17 8K14 (Scud-B) jî hene. Li gel roketên Şamê bi xwe çêkiriye, kompleksên Grad û Urgan jî hene û evane dikarin ji bo serikên çekên kîmyewî bên bikaranîn.

Mînak, Scut B “R17” weke çekek pir bi ewle tê nirxandin û dikare bi qasî tonek giranî hilbigire û hedefa wê lewaz e (Lê ev yek ji bo çekên kîmyewî ne girîng e). Rûs jî vana ji bo çekên kîmyewî bi kar naynin, lê Sûriye bi alîkariya Çîn û Îranê vana vedigherîne.

Gava mirov bala xwe bide ser van çekan, bi taybet herêmên weke ya Kurdan a ku xwedî parastina sivîl e di bin texteriyê de ye. Mînaka Helepçeyê mînaka herî dilşewat a vê yekê ye. Dîsa welatên weke Tirkiye, Îsraîl, Erebîstana Siûdî û heta Qetar jî dikevin ber menzîla van çekên Sûriyeyê. Lê ne tenê ev welat, di heman demê de bargehên Washintonê yên li Încîrlîk û Rojhilatê Deryaya Spî jî dikevin ber menzîlê.

Li gorî Pavel Felgenhauer li Încîrlîkê çekên li dijî çekên kîmyewî hene. Li vir 70 lib termonukleerên B16 yên giraniya wan 0,3 û 170 kîloton, 50 balefirên DYA û 20 balefirên F16 yên Tirkan li hemberî vê yekê hene.

GARANTIYEK A KONTROLÊ TUNE YE

Mirov dikare van senaryoyan ji bo şerek ku înîsiyatîfa wê di destê hukûmeta Sûriyeyê de ye bêje, lê şîrovekerên navneteweyî ger ev çekane bikevin destê rêxistinên Îslamî yên radîkal ên weke El Qaîdeyê, dê tiştên xeter biqewimin. Bi gotinek din, dibe ev yek ne tenê bi welatên Rojhilata Navîn re sînordar bimînin. Di vê demê de pirsa “mirov dikare çi bike” tê rojevê.

Rojnameya Nizavisimaya bi analîzekê bal kişand ser vê mijarê û diyar kir ku DYA û Rûsya her yek ji aliyê xwe ve zextê li muxalîf û dewletê dikin û dixwazin pêşî li karanîna van çekan bigirin.

Lê ev yek nayê wê wateyê ku dê tenê bi zext û hişyariyan encam bigirin, divê çekên kîmyewî bidin hêzên aşitiyê û li ser vê tê gotûbêjkirin. Beriya demekê Îsraîlê bang li Rûsyayê kiribû û dabû diyarkirin ku Moskow dikare vê cebilxaneyê bixe bin kontrola xwe.

Li gorî nêrîneke din, divê hêzên leşkerî yên NY û welatên ji cihê pevçûnê dûr ên weke Çîn û Hindistanê li vir bêne karanîn. Lê evane tenê pêşniyarên analîst û şîrovekeran in.

Li Sûriyeyê şer li herêmên sivîlan diqewimin. Ger mirov bala xwe bide ser çavkaniyên Rojava yên ku kampanyayek dezenformasyonê dane destpêkirin, wê çaxê Heleb bûye kavil. Her wiha tê diyarkirin ku beşek mezin a Şamê hilweşiyaye. Ji ber wê jî ger di navbera Şamê û Rojava de biqewime, dê rê li ber karesatên mezin ên li hemberî sivîlan vebiek.

Lê tê dîtin ku Şam jî çarenûsa Qeddafî û Mubarek dişopîne, lê heta niha nayê zanîn ka dê dawiya Şamê çawa be. Lê tişta girîng ew e ku ger şerek herêmî biqewime, dê ev çekên kîmyewî bikevin destê kê û dê li ku bêne teqandin.