Nivîskarê Îndependent Patrîck Cockburn diyar kir ku, dê kurd di şerê bi tund yê Sûriyeyê de biserkeve û got di mijara pirsgirêka kurd de Tikriyeya ku li şûna tawîzê zextan tercîh dike, dê rojekê di mudaxeleya Sûriyeyê de poşman bibe. Cockburn diyar kir ku, tirsa rast ya Tirkiyeyê ne parçebûna Sûriyeyê, yekbûna kurda ne.
Patrick Cockburn geşedanên li Sûriyeyê pêk tên di nivîsa xwe ya bi ser navê: Li Sûriyeyê tundî her diçe zêde dibe, dê kurd bi ser bikevin’ rewşa dawî nirxand.
Cockburn balkişand ser geşedanên Lîbya, Bahreyn û Iraqê û diyar kir ku, siyasetmedar, dîplomat û rojnameger bi rewşa xeter ya Sûriyeyê haydarin û wiha got: “Li Sûriyeyê bi awayekî hevdem sê pevçûn pêk tên. Ev pevçûn ‘Gel li hemberî otokrasiyê’, ‘Sunnî li dijî Şîiyan’ û ‘Koalîsyona bi pêşengiya DYA, Îsraîl û Siûdiyan, li hemberî Îran û mutefîkan.”
VEKIŞÎNA ARTÊŞA SÛRÝYEYÊ YA BAKÛR
Cockburn diyar kir ku, geşedan bi qasî ku bandorê li ser Sûriyeyê dike li ser welatên din jî dike û got artêşa Sûriyeyê hema hema ji hemû xeta sînor ya bakûrê welat vekişiyaye.
KURDAN FACTO OTONOMÎ BIDEST XIST
Cockburn da zanîn kurdên ku ji sedî 10 nifûsa Sûriyeyê pêk tîne wekê kurdên Iraqê facto otonomî bidestxistiye û wiha got: “Hem Esad û hem jî muxalîfên Sûriyeyê ji bo piştgiriya kurdan têdikoşin. Ji ber vê jî neçarin avabûna herêmeke kurd qebul bikin. hêzeke esas ya siyasî ya rojhilata navîn jî kurdin. Rola wan gelek girînge.”
Patrick Cockburn wiha pê de çû: “ Dê rojekî Tirkiye di mudaxeleya Sûriyeyê de poşma bibe. Tirsa wan ya rast ne ku Sûriye parçe bibe ye, tirsa wan ewe ku kurd bibin yek.”