Hat diyarkirin ku li bajarê Hema ya Sûriyeyê wesayitek bombe barkirî hate teqandin. Hate diyarkirin ku di êrîşa xwekujî de herî kêm 50 leşker mirin.
Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê aşkere kir ku di êrîşa xwekujî ya di encama teqandina wesayitek bombe barkirî de pêk hat gelek kes mirin. Lê der barê hejmara miriyan de tu agahiyek neda.
Muxalîfên Sûriyeyê diyar kirin ku êrîş li hemberî nûqteya kontrolê pêk hatiye û di encamê de herî km 50 leşker hatine kuştin.