Li Sûriyeyê li dijî kanala televîzyonê êrîş: 3 mirî

Li Sûriyeyê li dijî kanala televîzyonê êrîş: 3 mirî

Li Sûriyeyê li dijî televîzyona taybet ya alîgirê rejimê El-Îhbariye êrîşa bombeyî pêkhat 3 xebatkarên tv’yê mirin.

Êrîş 20 kîlometreyî paytext Şamê bajarê Drusha pêkhat. Êrîşkarên ku di derbarê hêjmara wan de agahî nehate dayîn, ketin avahiya navenda nûçeyan û êrîşa bombeyî pêkanîn. Di teqînê de 3 xebatkarên kanalê jiyana xwe ji dest dan.

Kanala ku navber da weşanên xwe yên normal, dîmenên ku di derbarê êrîşê de dayîn, hat dîtin ku her der vegeriya ye xerabeyê.

Di derbarê êrîşê de Wezîrê Ragihandinê Umran El Zahbî got; “her kesên ku tundiyê teşwîq dikin û Sûriyeyê hedef digirn ji vê êrîşê berpirsin.”

Êrîşa li dijî televîzyona El-Îhbariye’yê piştî ragihand ku, di êrîşa li Şamê de gelek kes mirin û her wiha daxuyaniya Serok Dewlet Beşar Esad ya “Em di nava şerek rastîn de ne” hate kirin. Beşar Esad axaftina ku li Lijneya Wezîran de kirî de got; “Wekû axaftina ku min di parlementoyê de kirî, em di hemû aliyan de di nava şerek rastîn de ne, di vê rewşê de pêwîste hemû polîtîka ji bo bi serxistina vî şerî de bin.”

Rêxistina Şûpandina Mafê Mirovan ya navenda wê li Londonê re ragihand ku, di êrîşên duh yên li Sûrî 115 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî rêxistinê di serhildanên ku ev 15 mehe dij rejimê destpê kirî, zêdetirî 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.