Li Sûriyeyê pevçûnên dijwar

Li Sûriyeyê pevçûnên dijwar

Li Sûriyeyê duh piştî mirina 3 rayedarên paye bilind yên di êrîşên bombeyî de hatin kuştin, di pevçûnên dijwar yên duh şev li tevayî welat hat ragihandin ku, ji 200’an zêdetir kes hatine kuştin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye aşkera kir ku, li herêma Seyyîde Zeyneb ya paytext Şamê di dema merasima cenazeyekê de êrîş pêkhat û herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, êrîş ji aliyê hêzên rejima Şamê bi helîkopteran li dijî merasima cenaze pêkhatiye.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan ya Sûriyeyê destnîşan kir ku, di pevçûnên duh û şev li tevahiya welat rû dayîn de 124 sivîl, 62 leşker û 28 berxwedanvan hatine kuştin. Daxuyaniya ku Artêşa Sûriyeya Azad jî dayî ragihand ku, piştî mirina 3 rayedarên paye bilind pevçûnên ku rû dane ji 100’an zêdetir windahî dane.

Duh di êrîşa bombeyî ya li Şamê de zavayê Esad û alîkarê Serfermandarê Giştî Asef Şewket, Wezîrê Parastinê Davût Raja û berpirsê rêveberiya krîzê general Hasan Turkmenî jî û her wihawezîrê navxweyî jî di nav de hinek rayedar birîndar bûn. Teqîna ku li avahiya Ewlekariya Neteweyî pêkhatî, hate îdîakirin ku beriya rojekê teqemenî lê hatibû bicih kirin.

Di vê navberê de piştî teqîna li Şamê gelek serokên dewletên rojavayî Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad ji vê pevçûna navxweyî berpirsyar dîtin û banga îstîfakirinê kirin. Kombûna Konseya Ewlekariyê ya NY ku ji ber bûyera teqînê taloqî îro kirin, tê payîn dê li dijî rêveberiya Esad hinek pêkanînan bibiryar bikin. Daxuyaniya ku duh Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon dayî gotibû, pêwîste Konseya Ewlekariyê ‘Berpirsyartiya xwe hilgire û bi awayek kolektîf biryarên bibandor bigire’.