Li Sûriyeyê rojnamevanek din jî hate kuştin

Li Sûriyeyê rojnamevanek din jî hate kuştin

Hate ragihandin ku, di encama serdegirtina mala nûçegihanê ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA’yê de hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê SANA’yê ve hatiye kirin, hate ragihandin ku duh şev di encama êrîşek ya cekdarî ya li ser mala rojnamevan Alî Abbas ya li Jdaidet Artouz de hate kuştin. Hate îdîakirin ku, Alî Abbas “ji aliyê komek ya terorîstên endam û çapemeniya netewî hedef digirin” hatiye kuştin.

Li Sûrî roja Înê 3 rojnamevanên Sûriyeyê ji aliyê muxalîfên çekdar ve hatibûn revandin. Her wiha di roja 6’ê Tebaxê de li dijî televîzyona dewleta Sûriyeyê û navenda giştî ya radyoyê êrîşa bombeyî pêkanî bû. Di êrîşê de birîndar hebûn.

Beriya vê êrîşê çend roja, di nîva meha Tîrmehê de pêşkêşvanek yê televîzyonekê hatibû revandin û înfaz kirin. koma El Nosra înfaza Rojnamevan girtibû ser xwe. Koma ku înfaz girtibû ser xwe, di daxuyaniya dabû de aşkera kiribû ku, “Bila ev ji hemû kesên piştgiriyê didin rejimê re bibe ders.”