Hate zanîn ku ‘serhildêrên’ pitşgiriyê Tirkiye, welatên Kendavê û rojava digirin aktorekî bi navê Muhammed Rafea ku bi îdiaya alîgirê Serokdewletê Sûriyeyê Başar El Esade û endamê Şabîha ya hêza mîlîsên rejîmê ye kuştine.
Muhammed Rafea ku bir ola xwe ya ‘bab El –Hara’ ya tefrîkayê ya cîhana Ereb tê nasîn, şeva În-Şemiyê li Şamê li taxa Barze hate revandin.
Li gorî Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, mîlîtanên qadê diyar kirine ku Rafea der barê xwepêşendêrên dij rejîmê îstîxbaratê pêk tînin. Serhildêran da zanîn ku li ser Rafea çekek û lîsteya navên ku ji aliyê rejîmê ve lêgerîna wan hebû, hatiye dîtin.
Rejîma Esad ji berk u bi hezaran sîvîl qetikirine tê sûcdarkirin û dîmenên şûcê şer yên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jî hatin dîtin.
Li gorî Mala Çavdêriyê ji meha adara 2011’an heta niha di pevçûnên Sûriyeyê de 36 hezar kes mirine. Çavkaniyeke din ya ku vê agahiyê piştrast bike tune.