Îraniyên li Swêdê dijî, li deh bajaran bi awayeke hemwext xwepêşandan li dar xistin, darvekirinên Îranê protesto kirin û xwestin hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Di serî de li bajarên Stokholm, Malmo û Goteborgê bi giştî li 10 barên Swêdê çalakiyên protestokirina darvekirinê tên lidaraxistin. Di çalakiyan de wêneyên kesên hatine darvekirin û her wiha şoreşgerên kurd û îranî yên di bin gefa darvekirinê de hatin rakirin. Di çalakiyê de rejîma îslamî hate protestokirin û bi dirûşmeyan hate xwestin ku girtiyên siyasî bê berdan.
Çalakiya ku qada pêş Parlamentoya Stokholmê pêk ha de, nûnerên partî, rêxistinên demokratîk yên Îran û Swêdê axaftin kirin û balkişandin ser darvekirin, girtin û binpêkirina mafê mirova a demên dawî yên Îranê û gotin her diçe zêde dibe. Her wiha bang li gelê Swêdê hate kirin ku bila bi gelê Îranê re li dijî darvekirinan bikevin nava tevgerê.
Di çalakiya li Stockholmê hate pêk anîn de li ser navê ‘Partiya Edeletê ya Sosyalîstan’ Mattîas Bernhardsson axivî û diyar kir ku li Îranê li hemberî karkeran êrîş zêde bûne û got di 15’ê hezîranê de 60 karkerên ku li Tahranê civîn pêk anîn hatine binçavkirin û got ji vana 10 heb hatine girtin. Bernhardsson wiha got: “Ji bo ku karkerên Îranê bi awayekî azad xwe bi rêxistin bikin û zextên li ser wan bi dawî bibin me 10 hezar îmze berhev kirin û şand ji hikûmetê re. Rejîma îslamî li şûna ku daxwazên karkeran bîne cih mîsîleme kirin û karker girtin.
Li ser navê Partiya Komînîst a Karkerên Îranê Zeynep Kursanî axivî û wiha got: “Rejîma îslamî turbanê li jinan ferz dike. dema jin dest bi kar dikin hemû maf û azadiya jinan pêngav bi pêngav ji destê wan tên girtin. Jinê ku lih emberî rejîma îslamî têdikoşlin girînge. Jinên ku beriya bên darvekirin rastî tecawîzê tên.”
Kursanî da zanîn ku rejîma Îranê zarok, mezin û extiyar ji hev cuda nake û darve dike. Kursanî bi lêv kir ku rejîma Îranê zarokê 12 salî Alaadîn Rahmanî jî darvekiriye û hemû peymanên navneteweyî tune hesibandiye.
Di dawiya çalakiyê de balonên ku wêneyên girtiyan li ser bûn, firandin ezmanan û bi dirûşmeyên ‘Ji darvekirinan re bes, ji girtiyên siyasî re azadî’ çalakî bi dawî bû.