Li herêma Kolmården a Swêdê jina 30 salî ya ku bexçeyê hewnanan peywirdara venêrîna guran bû, li rastî êrîşa guran hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Piştî axaftina jina nêrevana guran a bi hevalên wê re qut bû, hevalên wê ketin gumanan û hatin cihê ku ew lê ye. Li wir dîtin ku guran êrîş kiriye. Lê guran nehiştin peywirdarên din nêzîk bibin. Yekîneyên rizgarkirin û amlans hatin cihê bûyerê û ew jî li rastî êrîşa guran hatin. Berpirsê yekîneya rizgarkirinê Jan Tengeborg diyar kir ku wana destpêkê nekarî bikevin cihê ku gur lê bûn û ragihand ku piştî ku peywirdarek gulle reşand, gur tirsiyan û reviyan, xwe ji ser termê jina peywirdar dan paş.
Hat diyarkirin ku jina jiyana xwe ji dest da, hatibû perwerdekirin, xwedî ezmûn bûn û ev sê sal bûn li vir berpirsyartiya lênêrîn û perwerdeya heywanan dikir.
Ev êrîşa ku bû sedema mirinê, ne tenê gelê Swêdê, hemû nêrevanên heywanan xistin nava gumanan.