Li Swêdê IKEA dawî li karê 346 kesan tîne

Li Swêdê IKEA dawî li karê 346 kesan tîne

Şîrekta Swedwood ya IKEA’yê biryar da ku dawî li hemû karkerên li kargeha mobîlya ya li Tîbro’yê bîne. Midûrê Giştî yê Şîrketa Tîbro Lennart Brandel aşkera kir ku, ji ber sedema kêmbûna daxwazên hilberîna mobîlyayên fanerê neçarmane ku dawî li karê 221 kesan bînin.

Mobîlyayên ku li kargehê dihilberînin, di firoşin magazayên IKEA yên li welatên Îskandinavya û Swêdê. Kargeha ku bigiştî hilberînê ji bo IKEA’yê dike, yan dê bê girtin yan jî dê bifiroşin.

Xwedî û avakarê IKEA’yê Ingvar Camprad, cihê lê dayîkbûyî û şîrket avakirî Almhlut, ji 324 karkerên di magazayên mobîlyayê yên Almhlutê de kar dikin dê dawî li karê 70 karkeran bîne. Kargeha li Almhultê dolabên mitfaqê dihilberîne.

Swedwoods ya di nava Gurûba Ikea Industri ku li 10 welatan 16 hezar 400 xebatkarên xwe hene.

JI XEBATKARAN RE TAVSIYE KIR KU BIÇIN YEWNENÎSTAN Û SÎNGAPÛRÊ

Li bajarê Helsinborgê jî dê dawî li 55 xebatkarên di depokirin û belavkirina Ikea System Distribution de kar dikin bîne. Ji xebatkarên ji kar derxistîn re pêşniyarkirin ku, biçin cihê faliyet dê lê zêdebibe Yewnanîstan û Sîngapûrê. Şefê şîrketê Per Hornell got, ew dê faliyetên xwe bibin Yewnanîstan û Sîngapûrê ku IKEA lê pêşdikeve nêzî Rojhilata Navîn, Başûrê Ewropa û Asyayê bikin.

IKEA ji bo zêdekirina feyde û vekirina magazayên nû li gelek welatên cûda, ji sala 2009’an ve nêzî 6 hezar xebatkarên xwe ji kar derxistin.