Li Swêdê ji her sê zarokên penaberan yek xizan e

Li Swêdê ji her sê zarokên penaberan yek xizan e

Her çendî Swêd weke welatê herî zêde refaha civakî lê heye, tê nîşandan, lê ji ber polîtîkayên neo-lîberal veqetînên di navbera çînan de her ku diçe mezintir dibe. Yên ku herî zêde ji van polîtîkayan bandor dibin jî nexweş, bêkar û penaber in. Li gorî lêkoînan, li Swêdê ji her sê zarokaên penabera yek di nava xizaniyê de dijî.

Li gorî rapora Kaziya Parastina Zarokan ((Rädda Barnen) li gorî sala par, rêjeya zarokên xizan li Swêdê ji sedî 1,5 zêde bûye û ji gihiştiye ji sedî 13’yê. Bi vî awayî li gorî sala par, hejmara zarokên xizan ku 28 hezar bû, gihişt 248 hezarî.

Ev zêdebûna rêjeya zarokên xizman, di rojeveya rêxistinên navnetweeyî de ye. Komîteya Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî gelek caran ji hukûmeta Swêdê xwest ku ji bo têkoşîna li dijî xizaniya zarokan planan amade bike.

Li Swêdê rêjeya zarokên xizan ji sedî 6,3 ye û zarokên penaber jî ji sedî 31,9 e. Ev yek jî nîşan dide ku hejmara zarokên penaber ên xizman pênc caran bi qasî hejmara zarokên din ên xizan e. Li bajarên mezin ên weke Stockholm, Göteborg û Malmö rêjeya zarokên di nava hejariyê de dijîn jî ji sedî 50 ye. Ev rêje li semta Rosengård a Mamloyê ku hejmara penaberan lê zêde ye % 64,3 ye.

Şefa Rädda Barnenê Agneta Åhlund diyar kir ku li bajarên mezin qewirandina penaberan zêde bûye û da zanîn ku gelek ciwanan baweriya xwe ya bi malbat û civakê winda kirine. Her wiha bal kişand ku ji bo kêmkirina hejmara zarokên hejar divê tedbîrên li dijî bêkariyê bên girtin û derfetên kar bên afirandin.