Li Forserum a di navbera herêma di navbera bajarên başûrê Swêdê Nässjö û Jönköping ku nêzî 2 hezar kes lê dijîn, ji nişka ve hat rojeva Swêdê. Sedema vê yekê jî ew e ku li vî bajarî êrîşên li hemberî Somaliyan zêde bûn.
Daîreya Penaberan a Swêdê beriya çend salan nêzî 160 Somaliyan li hin xaneyên vale yên li Forseurmê bi cih kirin. Ji ber ku dikarin zûtir kar li bajarên Nässjö û Jönköping bi dest bixin, xwestin bên van her du bajarên navborî, lê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. Ji sala 2010 ve Somalî bûn hedefa komek ji 10 kesî pêk tên. Camên xanî û komeleya wan tê şkandin. Tevî jin û zarokên wan Somaliyên li vir dijîn li rastî êrîşên fîzîkî û devkî tên.
Ji ber zêdebûna zextan nêzî 100 Somalî neçar man ku ji vir jî koçberê cihek din bibin. Lê nêzî 60 Somaliyên din jî ji ber bêderfetiyê nekarîn ji vir bar bikin û zarokên xwe neşandin dibistanan. Bi vî awayî êrîşên li hemberî Somaliyan hat rojeva Swêdê. Ji ber ku polîs û şaredarî li hemberî êrîşan xemsar in, Somalî nerazîbûn nîşan didin.
Ji ber ku koma nijadperest a li Forseurmê hat rojeva welêt Şaredar Anders Karlsson nerehet e. Şaredar da zanîn li vir nijadperestî tune ne û diyar kirk u ev ciwanên bi pirsgirêk dikarin heman tiştê li mirovên din jî bikin.
Roja înê, saet di 21.00 de ji ber êrîşên li hemberî Somaliyan bi beşdariya 500 kesî li Forseurmê xwepêşandanek protestoyî ya bi meşalyî hat lidarxistin. Girse meşiya navenda bajêr û nijadperestî û dijminahiya biyaniyan protesto kir.