Li Swêdê mamoste di grevê de ne

Li Swêdê mamoste di grevê de ne

Mehên borî de bi daxwaza mûçeyê wan zêde bibe li gele cihên cuda yên Swêdê mamosteyan çalakî pêk anîn û vê care jî bi daxwaza ku burokratên sendîkayan îstîfa bikin daketin qadan.

Li 11 bajaran bi awayekî hevdem mamosteyan çalakî pêk anîn û ligel îstîfakirina nûnerên sendîkayan polîtîkaya aboriyê ya ku hikûmet pêk tîne protesto kir.

Li Swêdê mamote jî di nava koma pîşeya ku kêm pere digire de ye. Ji sala 2008’an heta niha ji bo mûçeyê wan zêde bibe serî li çalakiyên cur bi cur dan û ligel vê xwestin sendîka biryara grevê bide.

Lê Federasyona Mamosteyan û Yekitiya Mamosteyan li şûna ku bikevin grevê li gorî daxwsaza Şaredarî û Meclisên Îdareya Navendî (SKL) ku asta kardayînê de ne peymana komî ya 4 salan îmze kirin. Di peymane de maaşên mamosteyan di sala 2012’an de ji sedî 4.2 û di sala 2013’an de jî li gorî rewşa piyasaya kar dê zem bê kirin. Ji bo salên din jî rêjeyeke nehat diyarkirin. Sendîka û karsaz dê ji nû ve bên cem hev û muzakereyê bikin.

Hevdîtinên peymana komî bi daxwaza 10 hezar kronî dest pê kir û zem bi hezar kronî bi encam bû. Mamosteyan bertek nîşanê vê da. Li ser banga komên li ser Facebookê hatine avakirin bi daxwaza ku burokratên sendîkayan îstîfa bikin li 11 bajaran bi tevlibûna hezaran mamosteyî çalakî pêk hatin.

3 mamosteyên ku kampanya ji bo mûçe zêde bibe dabûn destpêkirin yên bi navê Kroneman, Philip Dante û Lars-Göran Hultberg ji rojnameya Svenska Dagbladet di qunçiknivîsên xwe de diyar kirin ku pereyên mamosteyan li gorî komên pîşeyî yên din gelek kêm e.