Bi armanca ku kedkarên li derveyê welat dixebitin bikin piştevanên polîtîkayên AKP’ê û yêdekên wan ava bikin Yekitiya Demokratên Tirk yên Ewropayê (UETD) li Swêdê şaxa xwe vekir.
Ji bo serokatiya şaxên patronên kargeha nan a ‘Baraonen’ ku du heman demê ji Partiya Karkean a Demokrat ya Sosyal endamtiya meclisa şaredariyê kir û demekê jî ji heman partiyên bû namzetê parlamenterê Mustafa Tumturk hate hilbijartin. Tumturk hê jî endamê partiya sosyal demokrate û di heman demê de di rêveberiya rêxistina karsazên Seturkê de ku nêzî cemaatê ye jî cih digire. Cigirê serok jî dîsa karsazeke û serokê Federasyona Îslamî ya Swêdê Tahîr Akan e.
AKP’ê li derveyê welat ji bo rêxistibûna xwe Yekitiya Demokratên Tirk a Ewropayê ava kir û her wiha tê zanîn ku ev yekitî lobîtiyê dike. Ne AKP û ne ji UETD vê red dike. Berovajî vê di malpera înternetê ya UETD de bi awayekî aşkera tê destnîşankrin ku armanca rêxistinê lobîtîyê. Bi van hevokan du armancên esas yên UETD’ê tên vegotin. Du armancên esas yên UETD: Bilindkirina statuya civakî ya tirkên Ewropayê, pêkanîna faliyetên lobiya siyasî.
Lê armanca esas ya UETD’ê ne ku statuya civakî ya tirkan bilind bike, ya esas eve ku wan bixin nava polîtîkayên AKP û di hilbijartinên pêş de kedkarên li derveyê welat dijîn dengên xwe bidin AKP’ê.
WEKÊ ŞAXÊN AKP’Ê DIXEBITIN
Her wiha ETUC jib o pirsgirêkên tirkên li derveyê welat dijîn tu çareseriyê pêk nayne û ligel vê pere leşkeriya bi bedel ku kedkarên derveyê welat mexdur kirine jî kiriye du kat. Li dijî vê zêdebûnê jî bê deng ma. Xebatên rayagiştî ya siyasî ji bo berjewendiyên AKP’ê tên kirin. wezîrên AKP’ê UETD’ê wekî şaxa Ewropayê ya AKP’ê bikartîne. Civinên Almanyayê yên wezîran û serokwezîr ji aliyê komeleyê ve tê rêxistinkirin.
PARTIYA AKP’Ê YA ALMANYAYÊ
Diyare ku UEDT ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên AKP’ê bi terîqat, mizgeft û komleyên îslamî re ketiye nava hevkariyê. Çapemeniya Almanyayê diyar kir ku bi însiyatîf û birêvebirina UEDT’ê di sala 2010’an de partiyeke bi navê ‘Partiya Edelet û Nûbûnê’ hatiye avakirin. Di nûçeyên alman de tê gotin ku ev partî berdewamiya AKP’ê ye.