Gelê Girava Gotland a Swêdê û hawirdorparêz di encama têkoşîn ali hemberî hewldana vekirina ocaxa kisilê de, birîna daran rawesandin û serkeftinek bi dest xistin.
Piştî têkoşîna gelê giravê û hawirdorparêzan, birîna darên hate atengkirin. Şîrketa birînda daran Mellanskogê aşkere kir ku wana peymana bi şîrketa dixwaza ocaxê çêbike ya bi navê Nordmarkê re betal kirine.
Meclîsa giştî ya bajêr di heman rojê de civînek li dar xist û ragihand ku dadgehê heta cihekê biryar daye ku Nordmark daran bibire, birîna daran hatiye rawestandin.
ME DI ENCAMA TÊKOŞÎNA GEL DE BIRÎNA DARAN RAWESTAND
Rayedarên şîrketa darbirînê ya Mellanskogê ragihyandin ku ji ber nerazîbûnên gelê li herêmê birînda daran li herêmê rawestand û peymana bi şîrketa Nordmark re betal kirine. Şîrketê da zanîn ku ger Dadgeha Bilind jî ji bo ocaxê biryar bide, ew ê van darên li vir nebirin. Şîrketên amûr û tiştên xwe girt û ji daristanê derket.
Rayedarên Green Peace vê yekê weke serkeftinekê bi nav kirin û diyar kir ku şîrketê dest ji daristanê berdaye. Lê beşek ji hawirdorparêzan li benda biryara Dadgeha Bilind in û heta ev biryarneyê ji daristanê dernakevin. Nêzî 20 hawirdorparêz li wir kon vedane û gelê herêmê alîkariya locîstîk dide wan.
Green Peace da zanîn ku ger Dadgeha Bilind biryareke nerênî bide, ew ê careke din vegerin daristanê û ew ê nehêlin darên mane bên birîn.