Li Swêdê sucê nefretê zêde bû

Li Swêdê sucê nefretê zêde bû

Li Swêdê giliyên ji ber sucên nefretê li cem polîsan hatine kirin, li gorî sala par ji sedî 7 zêde bûn û gihişte 5490’ê. Motîfa di vî warî de herî bi bandor jî ol e û ev jî ji sedî 18 zêde bû. Bi taybet sucên nefretê yên li hemberî Misilman û Cihûyan gihiştin astek herî bilind.

Li gorî daxuyaniya Konseya Pêşîlêgirtina Sucan (BRA) ji sedî 70’ê sucên nefretê çavkaniya xwe ji nijadperestî û dijmintiya biyaniyan werdigire. Di sala 2011 de ji ber motîfên nijadperestiyê 3490 gilî li cem polîsan hatin kirin. Rêjeya kesên giliyên tundiyê jî ji sedî 18 ye. Yên herî zêde li rastî tundiyê tên jî Efrîkayî ne.

Tê diyarkirin ku sucên nefretê piranî li kolanan, şeqam, qad û parkan pêk tên. Hat diyarkirin ku di sucên nefretê yên li ser înternetê de jî zêdebûn çêbûye.

Li gorî daneyên BRA’yê giliyên ji ber sucên nefretê li cem polîsan hatine kirin, li gorî sala par ji sedî 7 zêde bûn û gihişte 5490’ê