Polîsên Swîsreyê da zanîn ku kesek çekdar 3 kes kuşt û du kesên din jî birîndar kiriye.
Êrîş şeva çarşemê li gundê Daillon ê ku 100 kîlometre ji Cenevreyê dûr e, pêk hat. Polîsan agahî da kanala televîzyonê ya RTS ya Swîsreyê û da zanîn ku bersuc gef li polîsan xwariye, polîsan ew birîndar kiriye û paşê binçav kirine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 3 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên birîndar bûne jî rakirine nexweşxaneyê.
Polîsan nasnameya bersuc aşkere nekir. Şahdian da diyar kirk u kesek 30 salî ye û xwecihê herêmê ye.