Li taxa kurdan a Helebê êrîş: 5 sîvîlan jiyana xwe ji dest da

Li taxa kurdan a Helebê êrîş: 5 sîvîlan jiyana xwe ji dest da

Di encama topbarana li hemberî Taxa Şêxmeqsud a ji aliyê rejîmê ve hate pêkanîn de 2 ji wan zarok 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

 Li bajarê Helebê yê Suriyê, di saetên serê sibehê de tugayên bi navê Cephet El Ekrad û El Furqan ên girêdayî Artêşa Azad ketin Kolana Mardilî a Taxa Şêxmeqsud ku piranî alîgirên rejîma Baas lê hene. Bi ketina koman re di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de pevçûn derket. Di dema pevçûnê de hêzên rejîmê jî herêma Mardilî ku dikeve navbera Rojhilatê Taxa Şêxmeqsud û Taxa Bistan Paşa topbaran kirin.

 Di encama topbaranê de 2 ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn. Navên kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Zarokê 12 salî Ciwan Mehemed ê ji Efrînê, Wîsan Mehemed ê 5 salî ji gundê Basilhaya yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê,  Mehemed Mele Mehemed ê ji gundê Çoqe, Mahir Şêxo yê 21 salî û ji Sarincak, Welîd Xedur ê 47 salî û ji gundê Sanûra ya Cindirêsa Efrînê.

Ji welatiyên ku birîndar bûne yên ku navên wan hatin hînbûn jî ev in: Mehemed Silêman Seydo (20), Ehmed Musa (36), Rodî Bekir (16), Emîna Mînacî (50), Bergeh Hecî (24), Mehemed Ehmed Husên (42), Omer Esaf (18), Ehmed Mustefa (26), Siyamed Cuma, Omer Mela Mehemed (43), Rîm ku paşnavê wê nehat hînbûn (11), Omer Şêxo (14). Hate ragihadin ku pevçûna li taxê jî didome.