Li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê 4460 kes mirin

Li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê 4460 kes mirin

Şêwirmendiya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji ber qirêjiya hewayê di salekê de li paytext Tehranê 4 hezar û 460 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber qirêjiya hewayê li bajêr saziyên îdarî û dibistan ketin betlaneyê.

Şêwirmendê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Hesen Agajanî got: “Sala par (adara 2011 û adara 2012) 4 hezar û 460 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber qirêjiya zêde ya hewayê, li Tehranê roja şemiyê saziyên îdarî, dibistan û zanîngeh hatin girtin. Di nava mehekê de ev du car in ku tedbîrên bi vî rengî tên girtin. Li hemberî wesayitên ku dibin sedema vê qirêjiyê tedbîra nobedariyê ya wesayitan hate girtin. Ji ber karanîna mazota ku kalîteya wê xirab e li gorî welatên din zêdetir sotemeniyê xerc dike.

DI NAVA MAZOTÊ DE RÊJEYEK ZÊDE YA KANSEROJENÊ HEYE

Li gorî nûçeyek ku di rojnameya bi navê Baharê de hate weşandin, Rêveberê Şîrketa Kontrola Hewayê Yusuf Raşidî ji sedî 2 an jî ji sedî 3’yê mazota ku li Îranê tê hilberandin ji madeyên kanserojen pêk tê. Lê divê ev rêje ji sedî 1 jî kêmtir be.

Îran, 60 milyon lître mazota ku bi xwe hildiberîne xerc dike. Rayedarên Wezareta Petrolê ji bo başkirina rewşa mazotê ya normal ên weke Euro 4 û Euro 5 ku li welatên Ewropayê tên hilberandin, soz dan. Lê ev mazotan niha li Îranê tê hilberandin xwedî kalîteya Euro 2 ye.

YEK JI BAJARÊN HERÎ QIRÊJ ÊN CÎHANÊ

Tehrana ku şêniya wê ji 10 milyonî zêdetir e û bilindahiya wê derdora 1500 metre ye, ji ber zêdebûna hejmara otomobîlan û rewşa wê ya erdnîgarî, hatiye rewşa yek ji qirêjtirên bajarên cîhanê. Her sal, di van demên salê de ji ber serma û germahiyê rê li ber qirêjbûna hewaya bajêr vedibe.

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê, ji ber qirêjiya hewayê, civîna Desteya Wezîran hate betalkirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Îlnayê jî qirêjiya hewayê bi awayeke xeter berdewam dike.

SERLÊDANÊN JI BO NEXWEŞXANEYAN ZÊDE BÛN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di van rojên dawiyê de serlêdanên ji bo servîsên kardiyolojiyê ji sedî 30 zêde bûne, her wiha serlêdanên ji bo nexweşxaneyên giştî jî ji sedî 15 zêde bûye. Piraniya vana ji ber zivirîna serî, tengasiyên bêhdanê û lihevketina mîdeyê serlêdan dikin.

Ji ber embargoya ku welatên Rojava bi hinceta bernameya nukleerî li ser Tehranê dişidîne, Îran neçar dimîne ku sermayeyek zêde li tedbîrên li dijî qirêjiya hewayê bimexêze. Parlementerê Îranê Muhemed Reza Tabeş diyar kir ku li bajarên mezin (Tehran, Meşed, Îsfehan, Araq û Kerec) aboriya her rojek betlaneyê 275 milyon dolar e.

Li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, ji roja pêşnçşemê ve tê payin ku ji ber barîna barana zêde, qirêjiya hewayê jî kêm bibe.